Ji herêma Cizîrê 500 kes diçin Hecê

Îro koma yekemîn a heciyan ji herêma Cizîrê ber bi Erebistana Siûdî ve bi rê ket.

Ji herêma Cizîrê 500 kes diçin Hecê
19 gulan, 2026   15:07
QAMIŞLO

Koma yekemîn a heciyên ji herêma Cizîrê di saetên piştî nîvro de ber bi Erebistana Siûdî ve bi rê ket.

Sed kesên ji bajarên Qamişlo, Girkê Legê û Amûdê pêk tê, li Staduyma Şehîdên 12'ê Adarê ya bajarê Qamişloyê kom bûn û piştî xatirxwestina ji malbat, xizm, nas û dostên xwe, bi rê ketin.

Li gorî agahiyan, îsal dê ji herêma Cizîrê nêzî 500 kes biçin hecê.

Erebistana Siûdî ragihandibû ku 26'ê Gulanê weqfeya erefatê ye û 27'ê Gulanê roja yekemîn a cejna Qurbanê ye.

(bb)

ANHA