Li Til Temirê du şehîd hatin oxirkirin

Şehîdên êrişa hewayî ya dewleta Tirk a dagirker Lewend Erîşe û Îbrahîm Mihemed El Nasir ji aliyê sedan kesî ve li Pakrewangeha Şehîdên Til Temirê hatin oxirkirin.

Li Til Temirê du şehîd hatin oxirkirin
Li Til Temirê du şehîd hatin oxirkirin
Li Til Temirê du şehîd hatin oxirkirin
Li Til Temirê du şehîd hatin oxirkirin
Li Til Temirê du şehîd hatin oxirkirin
Li Til Temirê du şehîd hatin oxirkirin
Li Til Temirê du şehîd hatin oxirkirin
Li Til Temirê du şehîd hatin oxirkirin
Li Til Temirê du şehîd hatin oxirkirin
Li Til Temirê du şehîd hatin oxirkirin
Li Til Temirê du şehîd hatin oxirkirin
27 kanûn, 2024   15:23
HESEKÊ

Endamê Hêzên Dîsîplîna Leşkerî Lewend Erîşe (Eday Mihemed Ehmed) û endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Îbrahîm Mihemed El Nasir 24ˈê kanûnê di êrişeke hewayî ya dewleta Tirk a dagirker de li bajarê Zirganê şehîd bûbûn, îro bi merasîmekê li Pakrewangeha Şehîdên Til Temirê hatin oxirkirin.

Bi sedan şêniyên ji Til Temir, Zirgan, nûnerên saziyên civaka sivîl, partiyên siyasî û hevreyên şehîdan beşdarî merasîmê bûn.

Merasîma ji aliyê Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Til Temirê ve hat lidarxistin bi deqeyeke rêzgirtin dest pê kir. Piştre hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan a Serêkaniyê Ebdulrezaq Mihemed axivî. Ebdulrezaq Mihemed di axaftina xwe de sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û di kesayeta her du şehîdan de tevahî şêniyên azadiyê bi bîr anîn.

Ebdurezaq diyar kir ku dijminên mirovahiyê naxwazin aramî li herêmê mîsoger bibe û di dawiya axaftina xwe de ji bo parastina destkeftiyên şoreşê jî banga hevgirtinê kir.

Ji fermandarên Meclisa Leşkerî ya Til Temirê Ferhad Can jî bal kişand ser sûcên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li dijî gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û got: "Em ê bi hêzên xwe yên leşkerî û keda şehîdan planên dagirkeriyê vala derxin."

Ferhad Can anî ziman ku hêzên leşkerî li derdora Bendava Tişrînê û Pira Qereqozaqê berxwedaneke efsenewî li hemberî êrişên dagirkeriyê dinîvisînin û derbên giran li wan didin.

Piştî axaftinan wesîqeyên her du şehîdan hatin xwendin û pêşkêşî malbatên wan hatin kirin.

Girse cenazeyên şehîdan bi dirûşmên "Bi can bi xwîn em bi te re şehîd" spartin axê.

(bb)