Li herêma Tişrînê 14 çete hatin kuştin

Di pevçûnên li gundewarên Tişrînê de 14 çeteyên girêdayî dewleta Tirk a dagirker hatin kuştin.

Li herêma Tişrînê 14 çete hatin kuştin
27 kanûn, 2024   16:14
MINBIC

 Li gorî agahiyên ku nûçegihanên ajansa me ji herêmê ragihandine, komên çete yên dewleta Tirk a dagirker, saet di 14.00’an de ji du aliyan ve êrişî gundên gûndên Til Ariş û El Elûş ên li ser rêya bajaroka Ebû Qel Qel a di navbera Tişrîn û Minbicê de kirin. 

Şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbîcê bersiva tund da êrişan û pevçûnên dijwar derketin. Di pevçûnên ku êriş hatin şikandin de 14 çete hatin kuştin, di dehan jî birîndar bûn.

Pevçûnên li herêmê didomin.

(a)

ANHA