Artêşa Îsraîlê li Xezayê nexweşxaneyek şewitand

Artêşa Îsraîlê Nexweşxaneya Kemal Edwan a li bajarokê Beyt Lahiya yê bakurê Xezayê şewitand û 50 kes qetil kirin.

Artêşa Îsraîlê li Xezayê nexweşxaneyek şewitand
27 kanûn, 2024   15:09
NAVENDA NÛÇEYAN

Rêveberê giştî yî Wezareta Tenduristiyê ya Xezayê ragihand ku artêşa Îsraîlê îro piştî ku Nexweşxaneya Kemal Edwan a li bajarokê Beyt Lahiya ya bakurê Xezayê bi darê zorê vala kir nexweşxane şewitand.

 Rêveberê wezaretê diyar kir ku artêş beriya nexweşxaneyê bişewitîne, komkujiyeke mezin li derdora wê pêk anî û  di encamê de 5 xebatkarên tenduristiyê di nav de 50 kes qetil kirin.

Çavkaniyên filistînî jî diyar kir ku artêşa Îsraîlê, nexweş, birîndar û xebatkarên tenduristiyê û rojnamevan neçar kir ku nexweşxneyê vala bikin.

Çavkaniyan diyar kir ku "170 xebatkarên tenduristiyê di nav e nêzî 350 kes li nexweşxaneyê hebûn, piştî ji aliyê artêşa Îsraîlê ve hat dorpêçkirin, agahî ji wan bû."

Tevgera Hemasê bi daxuyaniyekê ev kiryar wekî operasyoneke qirkirinê bi nav kir û bang li civaka navneteweyî, neteweyên yekbûyî û tevahî dewlet û aliyên çalakî kir ku "li hemberî qirkirinê, ji bêdengiya xwe derkevin û ji ber sûcên wê yên li dijî mirovahiyê hesap ji Îsraîlê bipirse."

Hate zanîn ku Nexweşxaneya Kemal Edwan a yekane li bakurê Xezayê ye ku xizmetê dike.

(bb)