Kongreya MSD′ê ya 4′an bi dawî bû

MSD′ê bi encamnameyekê kongreya xwe ya 4′an bi dawî kir.

Kongreya MSD′ê ya 4′an bi dawî bû
20 kanûn, 2023   23:38
REQA

Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) bi encamnameyekê kongreya xwe ya 4′an bi dawî kir. Hevserokê hatiye hilbijartin Mehmûd El Muselet encamname xwend.

Di encamnameyê de hate gotin xebat li ser çalakkirina diyaloga Sûriyeyî-Sûriyeyî were kirin, li kêlek wê jî têkilî bi dewlet û aliyên di dosyaya krîza Sûriyeyê de bandor in dewam bike.

Her wiha di encamnameyê de hate destnîşankirin ku mafê Sûriyeyê di vegerandina serweriya xwe li ser tevahî xaka Sûriyeyê de heye û mafê wê ya redkirina tevahî planên guhartina demografîk, koçberkirina şêniyên resen heye.

Di dawiya daxuyaniyê de hate gotin xebat li ser başkirina rweşa sûriyeyiyên di kampên koçberiyê de were kirin û hate aşkerakirina ku mafê her hêzeke Sûriyeyê heye ku her lihevkirineke çandî bi her aliyekê re li dar bixe.

(fr)

ANHA