Li Tebqayê dewreyeke Erka Xweparastinê hat derçûnkirin

Desteya Parastinê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li bajarê Tebqayê dewreyeke Hêzên Erka Xweparastinê bi tevlêbûna 224 şervanan bi dawî kir.

Li Tebqayê dewreyeke Erka Xweparastinê hat derçûnkirin
Li Tebqayê dewreyeke Erka Xweparastinê hat derçûnkirin
Li Tebqayê dewreyeke Erka Xweparastinê hat derçûnkirin
Li Tebqayê dewreyeke Erka Xweparastinê hat derçûnkirin
Li Tebqayê dewreyeke Erka Xweparastinê hat derçûnkirin
Li Tebqayê dewreyeke Erka Xweparastinê hat derçûnkirin
14 tîrmeh 2024   18:31
TEBQA

Akademiya Şehîd Cemal Kerbanî ya Hêzên Erka Xweparastinê ya li bajarê Mensûra yê kantona Tebqayê ji bo derçûna dewreya bi navê şehîd Ebdurehman El Sofî merasîm li dar xist. Di dewreyê de 224 şervanên ji tevahî kantonên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê beşdar bûn. 

Di merasîma derçûnê de, endamên Desteya Parastinê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Hêzên Ewlekariya Hundirîn û malbatên şervanan amade bûn.

Di merasîmê de endamê komîteya perwerdeyê yê Hêzên Erka Xweparastinê Mihemed Elî axivî û bixêrhatin mêvanan kir û got: "Em derçûna şervanan di dewreya Şehîd Ebdurehman El Sofî de pîroz dikin. Şervan waneyên siyasî, leşkerî û fikrî standin."

Elî xîtabî şervanan kir û got: "Ji niha û pê ve parastina xakê û sekna li dijî her êrişeke dagirkeriyê li ser milê we ye."

Paşê şervanan sond xwar û soz da şehîdan ku parastina xakê bikin.

Merasîm bi pêşkêşkirina toraneke leşkerî ji hêla derçûyên dewreyê û gerandina dîlanê bi dawî bû.

(bh/fr)