Dagirkeran rêya M4 û Eyn Îsa topbaran kirin

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê danê nîvro rêya M4 û gundewarên Eyn Îsayê bi çekên giran topbaran kirin.

Dagirkeran rêya M4 û Eyn Îsa topbaran kirin
14 tîrmeh 2024   19:23
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî agahiyên ajansa me bi dest xistine, danê nîvro artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bi çekên giran rêya M4 û gundewarên Eyn Îsayê topbaran kirin. 

Di encama topbaranê de welatiyê bi navê Xetab Remezan Seîd birîndar bû û Xalid Rîda Hacî Ebdo şehîd bû.

(fr)