Li Tebqa têkildarî azadiya Rêber Abdullah Ocalan dîdara duyemîn

Li kantona Tebqayê di çarçoveya daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan de dîdara duyemîn hat lidarxistin.

Li Tebqa têkildarî azadiya Rêber Abdullah Ocalan dîdara duyemîn
Li Tebqa têkildarî azadiya Rêber Abdullah Ocalan dîdara duyemîn
Li Tebqa têkildarî azadiya Rêber Abdullah Ocalan dîdara duyemîn
Li Tebqa têkildarî azadiya Rêber Abdullah Ocalan dîdara duyemîn
Li Tebqa têkildarî azadiya Rêber Abdullah Ocalan dîdara duyemîn
Li Tebqa têkildarî azadiya Rêber Abdullah Ocalan dîdara duyemîn
Li Tebqa têkildarî azadiya Rêber Abdullah Ocalan dîdara duyemîn
Li Tebqa têkildarî azadiya Rêber Abdullah Ocalan dîdara duyemîn
Li Tebqa têkildarî azadiya Rêber Abdullah Ocalan dîdara duyemîn
14 tîrmeh 2024   18:10
NAVENDA NÛÇEYAN

Di çarçoveya pêngava cîhanê ya ˊJi Abdullah Ocalan re Azadî ji pirsgirêka Kurd re çareserîˊ Însiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyeyê li kantona Tebqayê dîdara duyemîn li dar xist.

Dîdar li hola goristana şehîdan a Tebqayê hat lidarxistin. Di dîdarê de 80ˊê kesayetên ji saziyên Rêveberiya Xweser, Saziyên Civaka Sivîl, endamên Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya, jinên siyasetmedar ên serbixwe, şêx û rûspiyên kantonê, rewşenbîr, bijîşk û hiqûqnas beşdar bûn.

ˊQONAXÊN JIYANA RÊBERTÎˊ

Mijara yekemîn a li ser jiyana Rêber Abdullah Ocalan ji dayikbûn, zarokatî, xwendin heta bi qonaxa tevlêbûna li tegerên çepgir ji hêla berdevkê Însiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan Ferzende Munzur, endamê însiyatîfê li Tebqa Emced El Nicris, endama însiyatîfê li kantonê Leyla Mihemed ve hatin şîrovekirin.

Leyla Mihemed îşaret bi qonaxên Rêber Abdullah Ocalan tê re derbas bûne kir, "ji zarokatiya çiyayî, xwezayî û demokrasiya azad, heta bi ciwantiya di nava bajêr, dewleta û desthilatê de û vegera li kokê û destpêkirina bi fikirandina doza gelekî ku pêdiviya wî bi ji nû ve vejandinê heye."

Leyla wiha got: "Rêbertî di navbera siyaset, felsefe û fikrê ronak de, di navbera azadî, demokrasî û çandê de ruhê tevgerê yê mayînde ya ber bi pêkanîna hêviya mezin ji tevahî gelên Rojhilata Navîn û cîhanê re ye."

ˊREWŞA RÊBERTÎ Û SÛCÊN DI HUNDIRÊ GIRTÎGEHA ÎMRALIYÊ DEˊ

Mijara duyemîn endama însiyatîfê ya kantonê Fîda El Ebdullah, endamê însiyatîfê Ebdullah El Mebrûk û berdevkê însiyatîfê Ferzende Munzur nirxandin.

Fîda wiha got: "Hilbijartina girtîgehekê di girava li nava deryayê ji hêla dewleta faşîst ve ne tiştek ji valahiyê ye. Em hemû avhewaya girevê yê şil nas dikin ku bandorê li derûnî û fîzîkî dike."

Der barê ˊmafê hêviyêˊ de Fîda wiha domand: "Dewleta Tirk a dagirker ji bo mehrûmkirina Rêbertî ji mafê hêviyê cezayên dîsplînê li ser ferz dike."

Dîdar bi encamnameyê bi dawî bû û wiha ye:

Fikrên Rêbertî di pirtûkên biçûk de werin nivîsandin li beşên civakê werin belavkirin.

Der barê fikrên Rêber Abdullah Ocalan de salane dîdar werin lidarixsitn.

Têkiliyên civakî bi gelan re werin zêdekirin û dîdar werin lidarxistin.

Broşorên li ser rewşa Rêbertî di akademî û saziyan de werin belavkirin.

Li ser fikir û felsefeya Rêbertî panelên dorveger werin lidarxistin.

Bi kesayetên çandî, siyasî û şêxên eşîrên li Rojhilata Navîn re peywendî were danîn.

Fikir û felsefe û meta Rêbertî di jiyana me de werin pêkanîn.

Têkiliyên bi rêxistinên mirovî re ji bo aşkerakirina rewşa tenduristî ya Rêbertî werin zêdekirin.

Di civînên girse û panelan de binpêkirinên qanûnî werin nîqaşkirin.

Bi rêya dezgehên çapemeniyê hemleyên haştagê werin zêdekirin.

Meşên girse ji bo daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêbertî werin zêdekirin.

Dîdara yekemîn a Însiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan di 19ˊê Mijdara 2023ˊyan de hatibû lidarxistin.

(fr)

ANHA