Li Tebqayê 1’emîn konferansa Odeya Pîşesaziyê hate lidarxistin

Li kantona Tebqayê 1’emîn konferansa Odeya Pîşesaziyê, ku bi dirûşmeya "Bi rêxistinî dest bi dest ji bo pêşxistina sektora pîşesaziyê" hate lidarxistin, konferans bi hilbijartina hevserokatiyê  bi dawî bû.

18 mijdar, 2025   19:25
TEBQA

1’emîn konferansa Odeya Pîşesaziyê ya Tebqayê li hola Meclisa Demokratîk a Gelan ya bajarê Tebqayê bi beşdarbûna nûnerên deste û meclisên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, pîşesaz, tevgerên jinan, hêzên ewlehiyê û Konfederasyona Rêxistinên Civaka Demokratîk ên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hate lidarxistin.

Di konferansê de hevserokê Rêxistinên Civaka Demokratîk li kantona Tebqayê Ebdulletîf El Fesîh bi xêrhatina beşdaran kir û girîngiya xurtkirina hevkariya di navbera hemû çalakiyên aborî û pîşesaziyê yên li herêmê û pêwîstiya rêxistinkirina sektora pîşesaziyê ji bo pêşxistina wê û rûbirûbûna bi pirsgirêkên aborî yên heyî re piştrast kir.

Piştire hevserokê Konfederasyona Rêxistinên Civaka Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Cîhad Hesen rewşa siyasî ya giştî li Sûriyeyê nirxand, rola pîşesazên herêmî di piştgiriya aboriyê û bidestxistina aramiya civakî de, her wiha girîngiya hevkariya di navbera Rêveberiya Xweser û rêxistinên herêmî de ji bo pêşvebirina pêşkeftina aborî destnîşan kir.

Bi navê Rêveberiya Xweser a Demokratîk, hevserokê Meclisa Demokratîk a Gelan a kantona Tebqayê Ehmed El Xelef lidarxistina konferansê pîroz kir û ev gav wekî gaveke erênî ber bi rêxistinkirina sektora pîşesaziyê li kantonê û girêdana wê bi planên aborî yên herêmê ve bi nav kir.

Di konferansê, berdevka Meclisa Jinan a Rêxistinên Civaka Demokratîk a kantonê Fatima El Mihemed, perspektîvên Rêber Abdullah Ocalan xwendin, ku bal kişand ser xurtkirina rola jinan di jiyana aborî û civakî de û piştgiriya pîşesazî û karên hunerî yên herêmî.

Konferans bi xwendin û nîqaşkirina rapora rêxistinî û rêziknameyê dewam kir.

Di dawiya konferans Mîlad Faris û Necah El Şerîf weke hevserokên Odeya Pîşesaziyê ya kantona Tebqayê hatin hilbijartin.

 (ac)

ANHA