Li Silêmanî û bajarên Iraqê 2 çete hatin girtin

Hêzên Iraqê di encama rêze operasyonên li parêzgehên Iraqê de 2 çete girtin û 5 xalên DAIŞ'ê hilweşandin.

Li Silêmanî û bajarên Iraqê 2 çete hatin girtin
18 mijdar, 2025   20:27
NAVENDA NÛÇEYAN

Hêzên Têkoşîna Dijî Terorê yên Iraqê ragihand ku wan li parêzgeha Silêmaniyê 2 çeteyên DAIŞ'ê girtin û diyar kir ku li geliyê El Xase, geliyê Zixêtûn ê Kerkûkê, çiyayên Hemrîn li Diyala û çiyayên Mekhûl li parêzgeha Selahedînê dest bi lêgerînê kiriye.

Hat diyarkirin ku di encama rêze operasyonan de gelek xal û navendên DAIŞ'ê hatin hilweşandin û teqemenî hatin teqandin.

(mh)