Wezîrê Karên Derve yê Erebistana Siûdî gihaşt Tirkiyeyê

Wezîrê Karên Derve yê Erebistana Siûdî mîr Feysel Bin Ferhan Bin Ebdullah gihaşt Tirkiyeyê.

Wezîrê Karên Derve yê Erebistana Siûdî gihaşt Tirkiyeyê
14 tîrmeh 2024   17:37
NAVENDA NÛÇEYAN

Piştî serdana wezîrê Parastinê mîr Xalid Bin Selman û wezîrê Kar û Barên Şaredarî û Tamîrê Macid El Heqîl, wezîrê Karên Derve yê Erebistana Siûdî mîr Faysal Bin Ferhan Bin Ebdullah gihaşt bajarê Stenbolê yê Tirkiyeyê.

Li ajansa ˊWASˊ a Siûdiyê, armanca ji serdan xurtkirina têkiliyên dualî yên navbera her du welatiyan de, nîqaşkirina pêşdeçûnên herêmî û navneteweyî yên xwedî girîngiya hevbeş e.

Li Balafirgeha Navneteweyî ya Ataturk cîgirê wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Nûh Yilman û balyozê Siûdî li Tirkiyeyê Fehed Ebû El Nesir, pêşwaziya wezîrê Siûdiyê kir.

(mg/fr)