Di êrişa duyemîn a li ser Şêxmeqsûdê de şêniyek şehîd bû

Hêzên Ewlekariya Hundirîn ragihand ku di êrişa duyemîn a çekdarên girêdayî hikumeta veguhêz a li ser Şêxmeqsûdê de şêniyek şehîd bû.

Di êrişa duyemîn a li ser Şêxmeqsûdê de şêniyek şehîd bû
6 ÇILE, 2026   12:53
HELEB

Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Helebê ragihand ku çekdarên girêdayî Wezareta Parastinê ya hikumeta veguhêz di çend saetên dawîn de bi dronan 2 êriş li ser taxa Şêxmeqsûdê ya Helebê pêk anîn.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn diyar kir ku di êrişa duyemîn de şêniyek şehîd bûye.

Çekdarên hikumeta veguhêz a Sûriyeyê vê sibehê bi droneke kamîkaze herêma Şiqêf a li bakurê Şêxmeqsûdê bombebaran kir. Di encamê de şêniyên bi navê Mihemed Ridawan Îbrahîm û Rizgar Ridwan Îbrahîm birîndar bûn.  Birîndar rakirin Nexweşxaneya Xalid Fecir a Eşrefiyê.

Tevgera dronan li ser taxa Şêxmeqsûdê dewam dike.

(b)