Li Sûriyeyê di Nîsanê de 137 kes hatin kuştin

SOHR’ê ragihand ku li Sûriyeyê di meha Nîsanê de 137 kes hatine kuştin.

Li Sûriyeyê di Nîsanê de 137 kes hatin kuştin
1 gulan, 2025   13:28
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku li deverên cuda yên Sûriyeyê di meha Nîsanê de 137 kes hatine qetilkirin ku 7 jê jin û 2 jî zarok in.

SOHR’ê ev agahî parve kirin: “Li Tertûsê 8 mêr, li Derayê 7 mêr, li Humisê 60 kes (52 mêr, zarokek, 7 jin), li Idlibê 4 mêr, li Şamê 10 mêr, li Hemayê 14 mêr û zarokek, li gundewarên Şamê 5 mêr, li Laziqiyê 11 mêr û li Helebê 17 mêr hatin kuştin.”

(bb)