Kanal 8: Aqûbeta xebatkarên me Ekrem Salih û Cûdî Hec Elî ne diyar e

Rojnamevan Ekrem Salih û Cûdî Hec Elî ku bûyerên li Şamê dişopandin, ji duh êvarê ve agahî jê nayê wergirtin.

Kanal 8: Aqûbeta xebatkarên me Ekrem Salih û Cûdî Hec Elî ne diyar e
1 gulan, 2025   13:08
NAVENDA NÛÇEYAN

Kanal 8’ê (Channel 8) li ser malpea xwe têkildarî rewşa rojnamevan Ekrem Salih û rojnamevan  Cûdî Hec Elî ku xebatkarên kanalê ne, daxuyaniyeke nivîskî da.

Di daxuyaniyê de hate gotin: “Êvara roja çarşemê (30 Nîsan 2025) hevkarên me Ekrem Salih û Cûdî Hec Elî, rageşî û aloziyên li Şamê dişopandin. Hevkarên me heta saet 6ê êvarê bi Navenda Nûçeyan a Kanal 8’ê re di nava têkiliyan de bûn, lê ji nişka ve têkilî bi wan re qut bû û ji wê demê ve tu agehî der barê wan de tune ne.”

Her wiha hate gotin: “Hevkarên me jî li Buroya Sûriyeyê, di nav 5 mehên derbasbûyî de bi awayekî pîşeyî karên xwe bi cih anîn û bûyerên wî welatî şopandin.

Tevî hewldanên Kanal 8’ê bi tevahiya aliyên têkildar, sazî û rojnamevanên serbixwe re da ku çarenûsa hevkarên me aşkera bibe, lê heta niha tu agehî der barê wan nehatine bidestxistin.”