Li Sûriyeyê di 24 saetan ji ber şewat û qezayan 2 kes mirin

Di navbera 24 saetan li deverên cuda yên Sûriyeyê de ji ber şewat û qezayan 2 kes mirin û 30 kes birîndar bûn.

Li Sûriyeyê di 24 saetan ji ber şewat û qezayan 2 kes mirin
22 hezîran, 2026   16:12
NAVENDA NÛÇEYAN

Parastina Sivîl a Sûriyeyê li ser rûpelên xwe yên fermî ragihand ku di 24 saetên dawî de bersiva bi dehan bûyerên li deverên Sûriyeyê dane, weke bûyerên qeza û şewatan. Di encamê de 2 kesan jiyana xwe ji dest da û 30 kes birîndar bûn.

Parastina Sivîl diyar kir ku tîmên wan bi 21 qezayên trafîkê re mijûl bûne ku di encamê de zilamekî jiyana xwe ji dest daye û 24 sivîl birîndar bûne.

Der barê şewatan de tîman bersiv da 176 şewatên li deverên cuda; ji wan 16 şewat li zevî û berhemên çandiniyê û 160 jî li mal, dikanên bazirganî, giya, dar û cihên çopê çêbûn.

Parastina Sivîl destnîşan kir ku ji ber şewatan di encama xeniqînê de ciwanekî jiyana xwe ji dest da û 6 kes birîndar bûn.

Ji destpêka 2026ˊan heta 19ˊê Hezîranê de li herêmên cuda yên Sûriyeyê 8821 şewat çêbûne.

(fr)