Li Reqayê karmendan daxwaza vegerîna ser karê xwe kir

Karmend û xebatkarên ji Gerînedetiya Çandiniyê ya Reqayê ku berê ji kar hatibûn dûrxistin, xwepêşandan kir û doza vegera li karên xwe kir.

Li Reqayê karmendan daxwaza vegerîna ser karê xwe kir
22 hezîran, 2026   15:45
NAVENDA NÛÇEYAN

Îro karmend û karkerên Gerînendetiya Çandiniyê ya parêzgeha Reqayê ku berê ji kar hatibûn dûrxistin, li ber avahiya parêzgehê xwepêşandanek li dar xist û daxwaza vegera ser karên xwe kir.

Xwepêşandêran bang li rayedarên pêwendîdar kir ku bersivê bidin daxwazên wan û tedbîran wergirin da ku vegerin cihên xwe yên kar.

Duh jî li bajarokê Mensûra yê Reqayê xebatkarên paqijiyê ji bo dayîna mûçeyên xwe yên derengmayî xwepêşandan li dar xistibû.

(k)