Li Sûriyeyê 15 qezayên trafîkê 2 kesan jiyana xwe ji dest dan

Parastina Sivîl a girêdayî Wezareta Rewşa Awarte û Karesatan raghand ku di navbera 24 saetan de 15 qezayên trafîkê rûdane û di encamê de 2 kes mirine û 16 kes jî birîndar bûne.

Li Sûriyeyê 15 qezayên trafîkê 2 kesan jiyana xwe ji dest dan
24 tebax, 2026   11:39
NAVENDA NÛÇEYAN

Parastina Sivîl a girêdayî Wezareta Rewşa Awarte û Karesatan a hikûmeta veguhêz a Sûriyeyê li ser malpera xwe ya fermî raghand ku duh (yekşemê) 15 qezayên trafîkê çêbûne û di encamê de 2 kesan jiyana xwe ji destdane û 16 kes jî birîndar bûne. Her wiha şewat li 124 cihî derketiye (5 zeviyên çandiniyê, 119 mal û dikan) û di encamê de welatiyek sivîk birîndar bûye.

Parastina Sivîl ji ajokeran xwest ku bi lez ne ajon, erebeyên xwe kontrol bikin û qanûnên ajotinê binpê nekin.

(np)