Dadgeha Cezayan a Şamê: Cezayê zindana heta hetayê da Ehmed Hesûn

Dadgeha Cezayan a Çaremîn li Şamê cezayê zindana heta hetayê da Ehmed Hesûn, dadgehê piştî tesbîtkirina sûcên tundiyê, pevçûnên di navbera tayifeyan de û pêkanîna sûcên şer ev ceza da.

Dadgeha Cezayan a Şamê: Cezayê zindana heta hetayê da Ehmed Hesûn
24 tebax, 2026   12:07
NAVENDA NÛÇEYAN

Dadgeha Cezayan a Çaremîn li Şamê, îro cezayê zindanê yê heta hetayê (muebed) da Ehmed Hesûn. Ehmed Hesûn di rûniştina şeşemîn a dadgehê de, bi sûcên kiryarên ku bû sedema derketina şerê navxweyî û kuştina di navbera tayifiyên cuda yên li herêmê hat darezadin.

Serokê Dadgehê Dadmend Fexiredîn El Iryan da zanîn ku sûcên li dijî mirovahiyê û sûcên şer ên ku Hesûn pêk anîne hat tesbîtkirin, ew piştgiriyeke darayî daye fermandar û endamên Lîwaya El Qidus yên ku beşdarî operasyonên leşkerî bûne.

(sb)

ANHA