Li Sûdanê di êrişa dronî de 11 kes hatin kuştin

Di êrişa bi dronê ya li bajarê Rebik ê Başûrê Sûdanê de 11 kes hatin kuştin. Çavkaniyan da zanîn ku êrişeke din li dijî nexweşxaneyekê li Xertûmê pêk hatiye.

Li Sûdanê di êrişa dronî de 11 kes hatin kuştin
28 nîsan, 2026   23:16
NAVENDA NÛÇEYAN

Çavkaniyên tibî yên Sûdanî daxuyand ku di êrişeke bi dronê ya li dijî bajarê Rebik ê Başûrê Sûdanê de 11 kes hatin kuştin. Di heman demê de hat diyarkirin ku êrişek li dijî Xertûmê jî pêk hat. 

Çavkaniyek tibî yê Sûdanî da zanîn ku dronekê li bajarê Rebik ê Nîl El Ebyend êrişî hêzên hevbeş ku hevbendiya komên çekdar e kir. Ew hêz ji Nîsana 2023ˊyan ve li kêlek artêşê şerê Hêzên Piştevaniya Lezgîn dikin.

Çavkaniyek ewlehî ji AFPˊê re daxuyand ku bi dronekê êrişî nexweşxaneya Xertûmê hatiye kirin. Ev êriş ji salekê ve ya yekemîn e.

Di şerê li Sûdanê de bi deh hezaran kes hatine kuştin û zêdetirî 11 milyon kes jî koçber û penaber bûn.
(fr)