Biryara hikumeta demkî ya veberhênana Dirêkîş cihê gengeşiyê ye

Wezareta Aborî û Pîşesaziyê ya hikumeta demkî ya Sûriyeyê ragihand ku kargeha dagirtina şûşên ava Dirêkîş li Parêzgeha Tertûsê ji bo veberhênanê vekirî ye.  Ev gav derî li pêşiya veberhêneran vedike ku yek ji kargehên dagirtina şûşan a herî navdar li welêt bi rê ve bibin û bi xwe re gelek pirsên der barê vê biryarê û dema wê de tînin.

Biryara hikumeta demkî ya veberhênana Dirêkîş cihê gengeşiyê ye
28 nîsan, 2026   22:53
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Aborî û Pîşesaziyê ya hikumeta demkî ya ragihand ku vekirina kargeha dagirtina şûşê avê ya Dirêkîş li parêzgeha Tertûsê ji bo veberhênanê tê pêşkêşkirin.

Pêşniyara veberhênanê dayîna mafê xebitandin û birêvebirina kargehê di nav peymanekê de ku heta 25 salan dirêj dibe, ye. Lê tu hûrgiliyên dîtir der barê şert û mercên peymanê yan jî pîvanên ku dê ji bo hilbijartina aliyê veberhênanê werin pejirandin nehatin aşkerakirin.

Ev gav, ku cara yekem di dîroka kargehê de bi vî rengî tê, ne tenê bi xebitandina xetên hilberînê ve sînordar e, lê li gorî şertên hatine ragihandin, berfireh dibe û veberhênanê li kargeha dagirtina şûşê avê bi hemû tesîsên wê û her wiha qadên kaniyên pê ve girêdayî jî dihewîne. Çavdêran ev yek wekî berfirehkirinek hesas di çarçoveya veberhênanê de hesibandin da ku çavkaniyek avê ku yek ji çavkaniyên herî berbiçav ên ava şûşekirî li herêmê ye, di nav xwe de bigire.

Ev biryar di demekê de tê ku pirsên bêtir derdikevin holê, ji ber ku ew bi kêmbûna berbiçav a herikîna kaniya Dirêkîş û daketina asta ava wê di dema dawî de hevdem e, tirsên ji bandorên her veberhênanek demdirêj li ser çavkaniya avê bi xwe du qat dike. Ji ber ku nîşaneyên kêmbûna avê yên ku li ser erdê dest pê kirine xuya bibin.

(ac/fr)