Ji 5 bajaran gel ber bi Bendava Tişrînê ve bi rê ket

Ji Hesekê, Til Temir, Dirbêsiyê, Til Birak û Şedadê bi dehan kes j bo beşdarî çalakiya nobetê bibin, ber bi Bendava Tişrînê ve bi rê ketin.

11 sibat, 2025   11:34
HESEKÊ

Êrişên dagirkirin û qirkirinê yên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser Bendava Tişrînê û Pira Qereqozaqê dewam dikin. Şervanên QSD’ê ku bersivê didin û li ber dagirkirinê digirin.

Gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî ji bo parastina bendavê û şermezarkirina êrişan ji 8’ê Çileyê ve li gorî koman nobeta parastina bendavê dewr digirin.

Vê sibehê ji bajarên Hesekê, Til Temir, Dirbêsiyê, Til Birak û Şedadê yên kantona Cizîrê bi dehan kes ji bo biçin bendavê li Çerxerêya Panorama ya li bajarê Hesekê hatin gel hev.

Endama Meclisa Kongra Star a bajarê Hesekê Zehra Elî dê cihê xwe di çalakiya nobetê de bigire got: "Em diçin Bendava Tişrînê. Em ê li hemberî dagirkeriyê bisekinin. Parastina bendavê erka her kesî ye."

Şêniyê bi navê Botan Cizîrî yê ji Hesekê jî anî ziman ku serketina berxwedana Bendava Tişrînê serketina tevahiya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye.

Jina bi navê Munewer Yûsif jî destnîşan kir ku bi êrişan nikarin îradeya gelên herêmê bişkînin û wiha domand "Em ji bo piştgiriya bi YPJ û QSD’ê re diçin bendavê."

Girse bi berzkirina dirûşmên silavkirina berxwedana QSD û YPJ’ê ber bi Bendava Tişrînê ve bi rê ketin.

(bb)

ANHA

Dirbêsiyê

Hesekê