Banga parastina Êzidiyan û naskirina qirkirina li dijî wan hat kirin

Şêniyên Hesekê û Kobanê, PYD`ê û Kongra Star li Zirgan û Beyrûtê qurbaniyên komkujiya Şengalê bi bîr anîn û destnîşan kir ku metirsî li ser civaka Êzidî didomin, divê rê li ber van sûcan bê girtin.

Banga parastina Êzidiyan û naskirina qirkirina li dijî wan hat kirin
Banga parastina Êzidiyan û naskirina qirkirina li dijî wan hat kirin
Banga parastina Êzidiyan û naskirina qirkirina li dijî wan hat kirin
Banga parastina Êzidiyan û naskirina qirkirina li dijî wan hat kirin
Banga parastina Êzidiyan û naskirina qirkirina li dijî wan hat kirin
Banga parastina Êzidiyan û naskirina qirkirina li dijî wan hat kirin
Banga parastina Êzidiyan û naskirina qirkirina li dijî wan hat kirin
3 tebax, 2026   14:36
NAVENDA NÛÇEYAN

Bi boneya salvegera 12`emîn a Fermana 74’an (3 Tebax 2014) ku DAIŞ`ê li dijî civaka Êzidî ya Şengalê pêk anî; partî, sazî û meclisên li Rojavayê Kurdistanê û Lubnanê daxuyanî dan.

Li Beyrûtê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) û Kongra Star daxuyaniyeke hevbeş da. Li bajarê Zirganê PYD`ê daxuyaniyek da û daxuyanî ji hêla endamên PYD`ê yên bi navê Barîn Nimê û Israa Hemîd ve hat xwendin. Li bajarê Kobanê jî daxuyanî ji hêla Kongra Star ve hat dayîn û endama Kongra Star Cûrî Temê ve hate xwendin. Her wiha şêniyên Hesekê jî daxuyaniyek da, daxuyanî ji hêla endama Meclisa Bajarê Hesekê Sara Dawûd ve hat xwendin.

Di daxuyaniyan de hat diyarkirin ku êrişên li dijî Êzidiyan ji hêla çeteyên DAIŞ ve sûcê qirkirinê ne, mirov, nasname û çandê hedef digirin. Metirsiyên li hemberî Êzdiyan hîn dewam dikin û bi van êrişan hebûna dîrokî ya Êzdiyan tê hedefgirtin. Her wiha hikumeta Iraqê û rayedarên Başûrê Kurdistanê li hemberî ji nû re avakirina Şengalê û dabînkirina vegera şêniyên wê berpirsyar e.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku armanca sereke ya êrişa çeteyên DAIŞ`ê hedefgirtina jinên Êzidî bû, jinên Êzidî rastî kuştin, revandin, destdirêjî, zewaca bi darê zorê, bazirganiya mirovan û koçkirinê hatin û wiha hat gotin: “Çawa ku îradeya jinên Kobanê li beramberî DAIŞ`ê bi ser ket, jinên Êzidî jî bi avakirina Yekîneyên Parastina Şengalê (YJŞ) û Tevgera Jinên Êzidî (TAJÊ) li hemberî kiryarên qirkirinê derketin.”

Di daxuyaniyan de daxwaz ji hêzên navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî (NY) hate kirin ku ji bo parastina Êzidiyan tev bigerin, kiryarên li dijî Êzidiyan belge bikin û divê qirkirina li dijî Êzidiyan bê naskirin.

(sb)

ANHA