`Demokrasî bingehê serkeftina aştiyê li Tirkiyê ye`

Akademisyen û lêkolînerê Misrî diyar kir ku qebûlkirina demokrasiyê li Tirkiyê yek ji şertên bingehîn ên serkeftina pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk e.

`Demokrasî bingehê serkeftina aştiyê li Tirkiyê ye`
23 nîsan, 2026   02:35
NAVENDA NÛÇEYAN
MIHEMED EBDO

Akademisyen û lêkolînerê Misrî yê kar û barê nasnameyan dike Dr. Elî Sabit Sebrî ji ajansa me re axivî û got Rêber Abdullah Ocalan li Rojhilata Navîn fîlozofê aştiyê ye, projeya Rêbertî yê netewa demokratîk dê krîzên herêmê çareser bike.

JI TÊKOŞÎNÊ BER BI FELSEFEYA AŞTIYA CIVAKÎ

Dr. Elî Sabit Sebrî wiha got: "Ji salên 1970ˊan ve Rêber Abdullah Ocalan ji bo Kurdistana azad tê dikoşe. Bi rastî gelek kes bi fikir û ramanên Ocalan bawer in. Ocalan nûnertiya qêrîna zindî ya hebûna Kurdan kir. Rêber Abdullah Ocalan di nivîsên xwe de teoriyên felsefî yên avakirina civakê, rolê ferd di gihaştina mafên xwe de, rê û rêbazên jiyana aştiyane tîne ziman û li ser vê yekê projeya netewa demokratîk pêşkêş kir."

Sebrî diyar kir ku fikrê Rêber Ocalan gelekî nerm e û wiha got: "Fikrê Ocalan gelekî nerm e û li gorî şert û mercên herêmê ne. Nêrandinên Abdullah Ocalan ji bo aştiyê ji destpêkê ve amade bûn. Ji salên 1990ˊan ên sedsala 20`emîn ve heyanî raghandina pêvajoya dîrokî ya 27`ê Çile 2025`an. Piştî pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk dest pê kir Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) xwe fesih kir, dilsoziya gelê Kurd di çareseriya siyasî de isbat kir."

Sebrî anî ziman ku Rêber Abdullah Ocalan ji Îmralî bang li gelê Kurd ê her çar parçeyan kir ku di hemû şert û mercan de girêdayî demokrasiyê bin. Di vê pêvajoyê de netewe- dewlet bibin komarên demokratîk û Rêber Abdullah Ocalan van danûstandinan dike, Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk weke çareseriyê ragihand.

HIŞMENDIYA TIRKIYÊ REXNE KIR

Akademisyen Elî Sabit Sebrî hişmendiya Tirkiyê rexne kir û wiha got: "Îradeya siyasî ya çareserkirina pirsgirêka Kurd nîn e. Di vê çarçevê de daxwaza sîstema Tirkiyê nîn e. Li meydanê gelek gav hatin avêtin lê belê Tirkiyê hîna gav neavêtine. Tirkiyê di hişmendiya xwe de yên dîtir qebûl nake û ev yek li pêşiya pêvajoyê dibe asteng. Çavkaniya zîhniyetperestiya pêkhateya Tirkiyê ji kaptalîzma modern digire (netew dewletê), divê li gorî tevgerkirina siyasî şoreşa zîhnî çêbibe. Kurdên ku li pey Rêber Abdullah Ocalan çûn kêmasiyên dîrokî yên Kurdan derbas kirin. Ji ber vê yekê divê dewleta Tirk şiyar be. Ew nema dikarin gelê Kurd bixapînin, nexşeya Rojhilata Navîn ji nûve tê xêz kirin."

Sebrî di nava gotinên xwe de diyar kir ku pejirandina demokrasiyê yek ji şertên serkeftinê ye û wiha got: "Divê Tirkiyê bi dîroka xwe re li hev bike û di çarçevê Rêber Abdullah Ocalan diyarkirî de mafên gelê Kurd bidiyê."

Her wiha Sebrî Tirkiyê ji bo berjewendiyên teng ên partiyan şiyar kir, derengmayîna perlemantoya Tirkiyê di pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk rexne kir û got: "Lûksa demê tune ye". Ji bo mafê hêviyê jî got li gorî dadgeha Ewrûpa divê Rêber Abdullah Ocalan û girtiyên siyasî yên ev bûye 25 sal di girtîgehê de ne, mafê hêviyê bidin wan.

Ji bo Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk jî Sebrî wiha got: "Divê destpêkê Rêber Abdullah Ocalan fîzîkî azad bibe. Ji bo têkoşerên Partiya Karkerên Kurdistan têkevin nava jiyana siyasî, qanûn derbikevin. Destûrê Tirkiyê ji nûve were nivîsandin û hebûna nasnameyên dîtir diyar bikin. Eger ev tecrûb e li Tirkiyê bi ser bikeve dê teyisandina xwe li Sûriyeyê bike. Tecrûbeya Rêveberiya Xweser a li ser bingehê ruhê jiyana aştiyane pêk hat dikarin sûd jê wergirin û ji bo Yemen, Sûdan û Lîbya jî bibe mînak."

ROLÊ HERÊMÎ Û NAVNETEWEYÎ

Akademisyenê Misrî Elî Sabit Sebrî bal kişand ser rolê civaka navneteweyî di mijara mafê hêviyê yê Rêber Abdullah Ocalan de û got divê zextê li rêveberiya Tirkiyê bikin. Li ser asta herêmî jî Sebrî wiha got: "Şerê Amerîka-Îsraîl û Îranê ji bo herêmê destpêkek e. Aramiya li Tirkiyê bi çareserkirina pirsgirêka gelê Kurd û azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan ve girêdayî ye. Eger şert û merc guncav bûn, em ê di demeke nêz de Rêber Abdullah Ocalan li perlematoya Tirkiyê bibînin û ji bo jiyana hevbeş ji gelên Rojhilata Navîn re daxive. Ji bo bingehê şaristaniya demokratîk a hemûyan rizgar bike, deynê, rêz dide jin û ekolojî û dê Rojhilata Navîn berbi demokratîkbûnê ve gav bavêje."

(np)

ANHA