Ann Snow: Gihandina alîkariyan bo Kobanê yek ji pêşîniyên me ye

Nûnera Taybet a Brîtanyayî ji bo Sûriyeyê diyar kir ku gihandina alîkariyên mirovî ji bo deverên mîna Kobanê di rêza yekem a pêşîniyên Brîtanyayê de ye.

Ann Snow: Gihandina alîkariyan bo Kobanê yek ji pêşîniyên me ye
19 sibat, 2026   22:24
NAVENDA NÛÇEYAN

Nûnera Taybet a Brîtanya ji bo Sûriyê Ann Snow ragihand ku agirbesta di navbera Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) û Şamê de gaveke girîng ber bi aramiyê ve ye, lê rewş hîn jî lawaz e. Ann da zanîn ku gihandina alîkariyan ji bo deverên mîna Kobanê wê di qonaxa bê de di nav pêşîniyên wan de be.

Ann Snow di axaftinên xwe de ji bo tora Kurdî ya Rûdaw bal kişand ser peymana 29'ê Çile ya di navbera QSD'ê û hikûmeta demkî de.

Anne Snow li ser aliyê mirovî jî axivî û ragihand ku welatê wê bi rêya hevkarên xwe yên navneteweyî alîkarî ji zêdetirî 15 hezar kesan re li Heleb û bakurê rojhilatê Sûriyeyê pêşkêş kiriye.

Tevî peymana di navbera QSD'ê û hikûmeta demkî û agirbestê, dorpêça Kobanê hîna bi dawî nebûye.

(ac/fr)

ANHA