Li Siwêdayê cenaze li kuçe û kolanan kom bûne

Li kuçe û kolanên gundewarên Siwêdayê bi sedan cenaze li ser hev kom bûne û şahidiyê ji êrişan re dikin. Ev dîmen hovîtiya êrişan nîşan didin.

23 tîrmeh, 2025   11:06
SIWÊDA

Ji 13ˊê Tîrmehê ve, li Siwêda û gundewarên wê êrişên komên tundraw didomin. Li gorî bîlançoya dawîn a Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) hezar û 311 kes hatine qetilkirin. Li gorî heman navendê, ji wan kesan herî kêm 196 kes li qadan hatine gulebarankirin. Her wiha mal û milkên welatiyan hatin talankirin û şewitandin.

Di wêne û dîmenan de ku ajansa me tomar kirine, mezinahiya karesata mirovî ya hovane ya ji ber êrişan diyar dibe. Gelek cenaze li kolanan in ku bi piranî jî yên kalemêr, jin û zarokan in. Ji wan cenazeyan hinan seriyên wan hatine birîn û hinan jî parçeyên wan hatine birîn. Ev yek hovîtiya sûcên hatine kirin û trajediya mirovî nîşan dide.

Di dîmenên ji Siwêda û gundewarên wê de diyar dibe ku piranî kesên hatine qetilkirin sivîlên bêçek in. Li kêleka wê jî di wêneyan de wêrankirina mal û milkên welatiyan, şewitandina avahiyan û erebeyan aşkera dibe. Ev yek, ji ber aloziya ewlehî û rageşiya leşkerî ya di navbera hêzên hikumeta veguhêz û hêzên leşkerî yên xwecih ên Durzî de pêk hat. Di encama wê rageşî û aloziyê de li dijî welatiyan komkujiyên hovane, kiryarên dizîn û talanê hatin kirin.

Çavkaniyên xwecih û dîmenên li ser medyaya dîjîtal tên parvekirin, diyar dikin ku yekser destê çekdarên hikumeta veguhêz di van sûcan de heye.

Ji ber taybetmendiya exlaqî û pîşeyî ya rojnamegeriyê, ajansa me nikare wekî heyî dîmen û wêneyên van komkujiyan parve bike. Lê aliyên eleqedar û hiqûqî dema bixwazin van dîmen û wêneyan ji bo lêpirsîn û hesabxwestina ji sûcdaran bibînin, di xizmeta wan de ne.

(fr)

ANHA