Li Siwêdayê 4 leşkerên Şamê girtin

Lîwa El Cebel banga serbestberdana Rîta Newaf El Eqebanî kir, ku saziyên ewlehiyê yên hikumeta Şamê roja duşemê li Şamê ew girtibû.

Li Siwêdayê 4 leşkerên Şamê girtin
13 hezîran, 2024   18:35
NAVENDA NÛÇEYAN

Ji bo bersivdana girtina Rîta Newaf El Eqbanî, komên xwecih ên li Siwêdayê dewriyeyeke ewlehiyê ya hêzên hikumeta Şamê ku ji 4 leşkeran pêk tê, li rojhilatê çerxerêya El Basil a bajarê Siwêdayê girt.

Çavkaniyekî ji ˊLîwa El Cebelˊ diyar kir ku dewriyeya ku hatiye girtin ji 4 leşkerên ewlehiyê pêk tê û ew tev jî wek mêvan tên hesibandin.

(mh)