Ji Tîma Noqvaniyê hişyarî: Li deverên nediyar û xeternak avjeniyê nekin

Tîma Noqvaniyê ya Destwerdana Lezgîn a kantona Reqayê hişyarî da xelkê ku ji golên avê dûr bikevin û li cihên nediyarkirî yan jî xeternak avjeniyê nekevin.

Ji Tîma Noqvaniyê hişyarî: Li deverên nediyar û xeternak avjeniyê nekin
Ji Tîma Noqvaniyê hişyarî: Li deverên nediyar û xeternak avjeniyê nekin
Ji Tîma Noqvaniyê hişyarî: Li deverên nediyar û xeternak avjeniyê nekin
Ji Tîma Noqvaniyê hişyarî: Li deverên nediyar û xeternak avjeniyê nekin
Ji Tîma Noqvaniyê hişyarî: Li deverên nediyar û xeternak avjeniyê nekin
Ji Tîma Noqvaniyê hişyarî: Li deverên nediyar û xeternak avjeniyê nekin
Ji Tîma Noqvaniyê hişyarî: Li deverên nediyar û xeternak avjeniyê nekin
Ji Tîma Noqvaniyê hişyarî: Li deverên nediyar û xeternak avjeniyê nekin
Ji Tîma Noqvaniyê hişyarî: Li deverên nediyar û xeternak avjeniyê nekin
28 gulan, 2025   05:06
REQA
ENES MIHEMED

Bi hatina werza havînê re şênî ji bo avjeniyê berê xwe didin çemê Firarê, kanalên avdanê û bendavan. Tîma Destwerdana Lezgîn a kantona Reqayê hişyarî da rewşa noqbûnê ya ku par bûye, dubare nebe.

Tîma Destwerdana Lezgîn û Noqvaniyê ya kantona Reqayê hewldanên xwe yên lêgerîn, rizgarkirina û derxistina termên welatiyên ku di çemê Firatê û kanalên avdanê yên herêmê de xeniqîne, didomînin.

Par 38 hemwelatî di rewşa noqbûnê re derbas bûn, tîmê tenê 8 rizgar kirin û 38 din noq bûn.

Bi destpêka îsal re Tîmên Destwerdana Lezgîn agahiya xeniqîna 4 welatiyan wergirt. Ev yek nîşan dide ku trajediya noqbûnê dewam dike û pêwîstî bi hewldanên sînordarkirinê hene.

Li bendava Mizgeft a gundewarê bajarê Tirbespiyê yê kantona Cizîrê di şeva 23'yê Gulanê de ciwanê bi navê Mihemed El Ehned xeniqî. Tîmên Destwerdana Lezgîn piştî xebata 48 saetan termê wî derxist.

Di gerên meydanî yên tîmê de ambûlansek bi hemû alavên wê û hemîşreyek heye, ku destwerdanên lezgîn ên guncaw di rewşên rizgarkirinê de pêşkêş bikin.

Rayedarê Tîma Noqvaniyê ya Tîmên Destwerdana Lezgîn Mehmûd Ebdo ji ajansa me re got ew 24 saetên amade ne destwerdanê bikin û got: "Dema agahî tê, tîma noqvaniyê bi hevkariya endamên Destwerdana Lezgîn, tevî ambûlansê û hemşîre yekser berê xwe didin cihê bûyerê."

Ebdo wiha domand: "Noqvan bi awayekî pispor li gorî şert û mercên di bin avê de xebatên lêgerînê dikin û hemşîre jî rewşa tenduristî ya welatiyên rizgarkirî dişopîne."

Di berdewama axaftina xwe de Ebdo got: "Di karê me de gelek zehmetî hene; wekî ku hin caran dîtina di bin avê de asteng dibe yan jî pêla avê xurt dibe. Her wiha rûbera çemê Firatê û kanalên avdanê jî berfireh e."

Tîma Noqvaniyê bang li şêniyên Reqayê kir, bi taybetî zarokan ku li cihên ne taybet ji bo avjeniyê, avjeniyê nekin û derdora xwe jî hişyar bikin da ku tedbîran nas bikin.

Ebdo destnîşan kir ku ew endamên tîmê bi awayekî pispor û li gorî hemû rewşan perwerde dikin, ku qezayên berê dubare nebin.

Di dawiya axaftina xwe de Ebdo ji welatiyan xwest ku di dema rûdana qezayekê de yekser li ser vê hejmarê agahiyê bidin Tîma Noqvaniyê ya kantona Reqayê:

0934178891

(mh/fr)

ANHA