Komîteya Nobelê banga berdana tavilê ya Nêrgiz Mihemedî kir

Komîteya Nobelê ya Norwêcê daxwaza berdana tavilê, bêyî şert û merc a xwediya Xelata Aştiyê ya Nobelê Nêrgiz Mihemedî kir.

Komîteya Nobelê banga berdana tavilê ya Nêrgiz Mihemedî kir
11 sibat, 2026   23:58
NAVENDA NÛÇEYAN

Komîteya Nobelê ya Norwêcê nerazîbûna xwe ya tund têkildarî girtina çalakvan Nêrgizî Mihemed a xwediyê Xelata Nobela Aştiyê ya 2023ˊan kir û got rewşa wê ya tenduristî paşde diçe.

Çalakvana mafê mirovan Nêrgiz Mihemed a 53 salî, di 12ˊyê Kanûnê de li bajarê Meşhed ê bakurê rojhilatê Îranê tevî çalakvanên dîtir hat girtin.

Komîteyê di daxuyaniya xwe de got: "Komîteya Nobelê ya Norwêcî ji ber raporên pêbawer ên ku girtina tundiyê û danûstandina fîzîkî ya nebaş a berdewam ku jiyana Nêrgiz Mihemed tehdît dike, pir aciz e."

Komîteya banga berdana tavilê, bêyî şert û mercan a Nêrgizî Mihemedî kir.

Dadgeha Îranê 7 sal û nîv ceza li Nêrgiz Mihemedî birî.

(fr)