Kurd azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dixwazin

Xelkê Girkê Legê gotin ku doza Rêber Apo ne ya kesekî, doza neteweyeke ku daxwaza azadî û edaletê dike ye.

Kurd azadiya fîzîkî ya Rêber  Apo dixwazin
30 adar, 2026   02:45
QAMIŞLO
ROHAT XELEF

Şêniyên Girkê Legê li ser rewşa tenduristî ya Rêber Abdullah Ocalan ji ajansa me re axivîn û gotin divê Rêber Apo fîzîkî azad bibe.

Esma Samî anî ziman ku:" 27 sal li ser girtina Rêber Abdullah Ocalan derbas buye. Bi vê polîtîkayê re diyar dibe ku dixwazin Rêbertî ji cîhanê qut bikin û ji hemû mafan mehrûm bikin."

Ji bo rewşa tenduristî ya Rêbertî wiha got:" Ji bo tenduristiya Rêbertî metirsiyên me hene. Şert û mercên girtîgeha Îmralî ji bo tenduristiya Rêbertî ne baş e. Ev şert û merc li ser jiyana Rêbertî xeterin. "

Esma bang li civaka navneteweyî û Rêxistinên Mafên Mirovan kir ku zextê li Tirkiyê bikin da ku Rêbertî fîzîkî azad bibe. Bêdengiya wan lihevkirina bi Tirkiyê re ye".

Hiznî Ebû Zêd got ku:"Bi salan girtina Rêber Abdullah Ocalan binpêkirina hemû qanûnên navneteweyî yên girêdayî mafên mirovan e. 27 sale ku Rêbertî di girtîgehê de ye û destûr nadin ku danûstandinê bike. Bi van polîtîkayan re îrade û jiyana Rêbertî dikin hedef. Şert û mercên Îmralî xeterî li ser jiyana Rêbertî çêdikin. Divê dewlet û rêxistinên navneteweyî zextê li rayedarên Tirkiyê bikin ku rêz bidin mafên Rêbertî û fîzîkî azad bibe".

Asîme Elî jî got:"Doza Rêber Abdullah Ocalan ne doza yek kesî ye, doza neteweyekê ku daxwaza azadî û edaletê dike ye. Rêbertî ev 27 sale di girtîgehê de ye, ev yek li dijî hemû nirxên mirovahiyê ye. Bi taybet agahî tên dayîn ku rewşa tenduristiyê ya Rêbertî di xeteriyê de ye. Divê Rêbertî fîzîkî azad bibe, ji ber jiyana Rêbertî di xeteriyê de ye". 

ANHA