Dewleta Îranê cezayê darvekirinê li Kurdekî birî

Komeleya Mafên Mirovan a Kurdistanê ragihand ku dezgeha dadweriyê ya Îranê cezayê darvekirinê welatiyek Kurd ê xelkê Urmiyeyê birî.

Dewleta Îranê cezayê darvekirinê li Kurdekî birî
1 kanûn, 2024   12:31
NAVENDA NÛÇEYAN

Komeleya Mafên Mirovan a Kurdistanê bi daxuyaniyekê ragihand ku Liqa 2ˈan ya Dadgeha Şoreşê ya Urmiyeyê cezayê darvekirinê li welatiyê Kurd ê bi navê Mîhrab Ebdulla Zade yê 26 salî biriye.

Hate diyarkirin ku bi tohmeta ‘xiyanetê’ ji aliyê dezgeha dadweriya Îranê ve cezayê darvekirinê li Mîhrab Ebdullah hatiye birîn.

Hêjayî gotinêye ku di Îlona 2022’yan de Mîhrab Ebdula Zade di şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ de ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve hate revandin û ji bo girtîgeha ewlehiyê ya Urmiyê hat veguhestin. Piştî çend mehan ji îşkence û lêpirsînê, ji bo Girtîgeha Navendî ya Urmiyeyê hat veguhestin.