Li ser sînorê Lubnan û Sûriyeyê şer derket

Artêşa Lubnanê ragihand ku li ser sînorê Lubnan û Sûriyeyê di navbera wan û qaçaxçiyan de şer rûdaye.

Li ser sînorê Lubnan û Sûriyeyê şer derket
8 cotmeh, 2026   15:11
NAVENDA NÛÇEYAN

Fermandariya artêşa Lubnanê îro daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de diyar kir ku duh (çarşem) li ser sînorê Lubnan û Sûriyeyê nêzî herêma Cerûd a bajaroka Ersal şer di navbera wan û qaçaxçiyan de qewimiye. 

Di encama şer de artêşê 5 barhilgirên ji Sûriyeyê derbasî Lubnanê dibûn hatin desteserkirin. Her wiha da zanîn ku di barhilgiran de 5 ton madeya nuhas, qesdîr û cigare hebûne.

Di dawiya daxuyaniyê de hate gotin ku kesekî biguman hatiye girtin û dest bi lêpirsînê kirine.

(np)