Hêzên Ewlekariya Hundirîn rakirina çekan û bikaranîna fetaşeyan qedexe kir

Fermandariya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Parêzgeha Hesekê bi biryarnameyekê rakirina çekan û bikaranîna fetaşeyan di kombûyînan de qedexe kir.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn rakirina çekan û bikaranîna fetaşeyan qedexe kir
8 cotmeh, 2026   14:53
NAVENDA NÛÇEYAN

Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Parêzgeha Hesekê têkildarî qedexekirina rakirina çekan û bikaranîna fetaşeyan di kombûyînan de, biryarnameyek derxist.

Di biryarnameyê de hat diyarkirin ku ev gav ji bo ewlehiya giştî tê avêtin, ji ber ku bikaranîna çekan û fetaşeyan jiyana şêniyan dixe nava xetereyê.

Fermandariya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Parêzgeha Hesekê da zanîn ku kesên ku binpêkirinê bikin dê li gorî rêkarên qanûnî der heqê wan de bên girtin.

(sb)

ANHA