Muqteda Sedir li dijî Îsraîlê banga xwepêşandana girseyî kir

Lîderê Tevgera Sedir, Muqteda Sedir, ji bo redkirina êrişên Îsraîlê yên li dijî Îranê û binpêkirina serweriya asîmanê Iraqê, bi peyamekê bang li alîgirên xwe kir ku piştî nimêja înê dest bi xwepêşandanan bikin.

Muqteda Sedir li dijî Îsraîlê banga xwepêşandana girseyî kir
18 hezîran, 2025   23:36
NAVENDA NÛÇEYAN

Têkildarî êrişên di navbera Îsraîl û Îranê de lîderê Tevgera Sedir Muqteda Sedir peyamek da.

Muqteda Sedir di peyama xwe de ev tişt got;

Li ser bingeha motîfên olî, îdeolojîk û mirovî, divê piştî nimêja înê xwepêşandanên aştiyane û rêxistinkirî werin lidarxistin, ku dê li her navendeke parêzgehê bi cuda werin yek kirin.

Xwepêşandana aştiyane ji bo şermezarkirina terorîzma Siyonîst û Amerîkî, berfirehbûna kolonyalîzmê, dijminatiya wê ya li hember netewe û olan, şermezarkirina jenosîd û êrişên li ser welatên Ereb û Îslamî, wek êrişên li ser cîranên me Îran, Sûriye, Filistîn, Lubnan û Yemenê ye, ku motora sereke ya hemû şerên cîhanê ye.

Di xwepêşandanê de, em binpêkirinên qada hewayî ya Iraqê ya ku di qada navnetewî de qedexe ye, ku zererê dide gel û cihên pîroz yên me, şermezar dikin.”