Li ser kelha Hemayê nivîsên gefxwarinê yên DAIŞˊê

Çalakvanên medyaya dîjîtal wêneyên nivîsên gefxwarinê yên çeteyên DAIŞ'ê, ku li ser dîwarên kelha şûnwarî ya Hemayê hatine nivîsandin, parve kirin.

Li ser kelha Hemayê nivîsên gefxwarinê yên DAIŞˊê
11 mijdar, 2025   23:00
NAVENDA NÛÇEYAN

Çalakvanên medyaya dîjîtal wêneyên kelha şûnwarî ya Hemayê parve kirin, ku li ser wêneyan nivîsên gefxwarinê yên DAIŞˊê hene.

Di nivîsan diyar dibe ku ji aliyê çeteyên DAIŞ'ê ve hatine nivîsandin. Li ser kelhê ev hatiye nivîsîn; "Ji nivîsan wiha bû: "Dewleta Îslamî tê, ku kûçikên koalîsyonê bikuje (الدولة الإسلامية قادمة بالذبح يا كلاب التحالف). Bi vê yekê gefên yekser li welatiyên Sûriyeyî ji hêla şaneyên DAIŞˊê ve tên xwarin.

Van nivîsan rewşa metirsî di nava şêniyan de çêkir, bi taybet piştî dûbarebûna van nivîsgên gefxwarinê yên tundraw li ser dîwarên kolanan û dêran.

(mh/fr)