Şêniyên di navendên demkî yên Siwêdayê de rûbirûyî krîza avê ne

Şêniyên di navendên demkî yên Siwêdayê de ji 3 rojan ve rûbirûyî krîza avê ne.

Şêniyên di navendên demkî yên Siwêdayê de rûbirûyî krîza avê ne
11 mijdar, 2025   22:50
NAVENDA NÛÇEYAN

Nûçegihanê me ji bajarê Siwêdayê ragihand ku şêniyên li navendên demkî bi cih bûne, ji ber qutbûna avê ya 3 rojan li pey hev, rûbirûyî krîzekê mezin in.

Girêdayî mijarê, berpirsê navendên demkî yên bajarê Eşref Munzur da zanîn li tevahî navendan ji 3 rojan ve av tune ye û saziya avê li derveyî vê rewşê ye.

Munzur anî ziman ku ew wekî berpirs tu rêbaz nehiştin û tecrûbe kir ku avê peyda bike, lê bê çare ye. Munzur diyar kir ku berpirsên Siwêdayê, aliyên alîkariyên mirovî û endamên nivîsgeha rêveber ji 2 rojan ve vê rewşê dizanin, lê krîza hîna dewam dike.

Bi sedan kesên li navendên demkî ji bo dabînkirina pêdiviyên xwe rojane zehmetiyan ji ber krîza avê dikişînin. Çavdêr bang kir ku çareseriyeke lezgîn bê dabînkirin berî ku rewşa mirovî girantir dibe.

(ac/fr)

ANHA