Li gundewarê Hemayê welatiyek hat revandin

Li gundewarê Hemayê çekdarên nenas welatiyek revand. Malbata welatî banga diyarkirina aqûbeta wî kir.

Li gundewarê Hemayê welatiyek hat revandin
11 mijdar, 2025   23:04
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) da zanîn ku berî 2 rojan li gundê Til Tutin ê herêma Sehil El Xab a gundewarê Hemayê çekdarên nenas welatiyek Elewî ji mala wî di nîva şeva 9'ê vê mehê de, ber bi cihekî nediyar ve revand.

Malbata welatî got ku wan serî li navendên polîsan ên Hema û Siqêlbiyê û navendên ewlekariyê daye, lê wan tu encam wernegirt.

Girêdayî wê, kurê welatî bi rêya vîdyoyekê daxwaza diyarkirina sedemên revandinê û aşkerekirina aqûbeta bavê xwe kir.

Ev di demekê de pêk tê, ku rewşên revandinê li herêmên hikumeta veguhêz a Sûriyeyê zêde bûne, bi taybetî li Hums û Hemayê bêyî ku hikumeta veguhêz a Sûriyeyê tu bertekên cidî nîşan bide.

(mh/fr)