Êzidiyên Cizîrê Çarşema Sor pîroz kir

Êzidiyên li navçeya Tirbespiyê Çarşema Sorî bi şahiyekê pîroz kir.

Êzidiyên Cizîrê Çarşema Sor pîroz kir
Êzidiyên Cizîrê Çarşema Sor pîroz kir
Êzidiyên Cizîrê Çarşema Sor pîroz kir
Êzidiyên Cizîrê Çarşema Sor pîroz kir
Êzidiyên Cizîrê Çarşema Sor pîroz kir
Êzidiyên Cizîrê Çarşema Sor pîroz kir
Êzidiyên Cizîrê Çarşema Sor pîroz kir
Êzidiyên Cizîrê Çarşema Sor pîroz kir
Êzidiyên Cizîrê Çarşema Sor pîroz kir
Êzidiyên Cizîrê Çarşema Sor pîroz kir
Êzidiyên Cizîrê Çarşema Sor pîroz kir
Êzidiyên Cizîrê Çarşema Sor pîroz kir
Êzidiyên Cizîrê Çarşema Sor pîroz kir
17 nîsan, 2024   17:12
QAMIŞLO

Şahî li herêma Bendava Mizgeftê ya Tirbespiyê bi beşdariya bi dehan pêkhateyên herêmê, şandeya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û partiyên siyasî hat lidarxistin.

Di şahiyê de hevserokên Mala Êzidî ya Kantona Cizîrê Leyla Îbrahîm û Celal Omer bi xêrhatina beşdaran kir û got yekitiya pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, bi rêya tevahî olan û di dirêjahiya dîrokê de bi Rêveberiya Xweseriya Demokratîk encam bû.

Her duyan anî ziman ku di dirêjahiya dîrokê de ji hêla rejîmên mêtinger civaka êzidî di qirkirinan re derbas bû, herî dawî jî komkujiyên Şengalê bû. Armanca wan ew bû ku pêkhateyan ji hev dûr bixin û nasnameya wan têk bibin, lê HPGˊê sînorek ji van siyasetan re danî û civaka êzidî parast.

Hevserokê Meclisa Rêveber a Kantona Cizîrê Telat Yûnis axivî û got yekitiya pêkhateyan di Newrozê de, piştre cejna Ekîto û îro jî Çarşema Sor nîşaneya çand û kevnariya dîroka gelên herêmê û avakirina civakeke demokratîk e ku dikare li hember tevahî xeteriyan bisekine.

Di şahiyê de koma Şehîd Laleş Avesta dîlanên folklorîk pêşkêş kirin.

Her wiha hunermend Danîş Botan, koma Nehawend a stranan, navenda Hêzil a Çand û Hunerê stran, şano û dîlan pêşkêş kirin.

Di dawiyê de hunermend Hesen Dêrikî stran gotin.

(fr)

ANHA