Li Şamê panelek li ser aştiya navxweyî hat lidarxistin

Partiya Sûriyeya Pêşerojê û PYD`ê panelek bi sernavê `Di şeran de zanebûna gelan û aştiya navxweyî` li paytexa Sûriyeyê Şamê li dar xist.

Li Şamê panelek li ser aştiya navxweyî hat lidarxistin
26 nîsan, 2026   11:12
NAVENDA NÛÇEYAN

Partiya Sûriyeya Pêşerojê û Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) duh (25 Nîsan 2026) li Şamê panelek bi rêxistin kir

Di panelê de du rojev hatin nîqaş kirin. Ya yekem bi ser navê `Zanebûna gelan` ji aliyê endamê Partiya Sûriyeya Pêşerojê Ednan Hesen ve hate xwendin.

Ednan Hesen anî ziman ku di vê demê de şer ne ji bo erdan e lê hişmendiyê hedef digire û got "Êdî şer ne tenê bi çek têne kirin, êrişî mejiyê mirovan dikin. Bi amûrên wekî çapemenî, zimanê siyasî û medya dijîtal êrişî bîr û hişmendiya mirovan dikin."

Di berdewamiya panelê de beşdaran anîn ziman ku divê gel xwe ji van êrişan biparêze, bikeve ferqa şerê tê meşandin û di fikir de li ber xwe bidin. Gelên zane ne tenê agahî digirin, dikarin van agahiyan analîz bikin û xwe jê biparêzin.

Rojeva duyemîn jî li ser `Aştiya navxweyî` bû û ji aliyê endamê PYD`ê Hesen Abdullah ve hat şîrovekirin

Hesen Abdullah anî ziman ku bi rêya fitneyê dixwazin parçebûnê çêbikin û şerê navxweyî derbikeve.

Di nîqaşê de hate gotin, divê civak xwe ji zimanê nefretê biparêze. Her wiha gotin ku şerê piskolojîk yek ji amûrên herî xetere ye ku li ser ferd û civakê didin meşandin û civakan hildiweşînin.

Di dawiya panelê de hat gotin, divê civak hişyar be, rewşa pêvajoyê analîz bike, xwe biparêze û nebe parçeyek ji şerê ku tê ferz kirin.

(np)

ANHA