Stasyona Elok a avê hîna nehatiye xebitandin

Tevî hewldan û sozên berê yên ji bo ji nû ve xebitandina stasyona Elok a avê, lê ev soz hîn jî neguherîne xebatek şênber.

Stasyona Elok a avê hîna nehatiye xebitandin
26 nîsan, 2026   10:55
HESEKÊ

Di 7ê Nîsanê de, Desteya Enerjiyê ya Herêma Cizîrê bi armanca xebitandina stasyona Elok a avê ya li Serêkaniyê dest bi xebitandina santraleke elektrîkê ya li bajarê Dirbêsiyê bi kapasîteya 20 gîgavolt kiribû.

Di çarçoveya hewldanên ji bo ji nû ve xebitandina stasyonê, şandeyek ji nûnerên Desteya Enerjiyê ya Rêveberiya Xweser a Herêma Cizîrê, hikûmeta demkî û Xaça Sor pêk dihat, serdana stasyonê kir.

Li gorî çavkaniyên Rêveberiya Avê ya Hesekê, ew hîn ji bo ji nû ve xebitandina stasyonê nehatine agahdarkirin.

Çavkaniyan her wiha ragihandin ku Komîteya Navneteweyî ya Xaça Sor soz dabû ku ji bo 3 salan stasyona Elok fînanse bike, her wiha soz dabû ku ew ê xebatên sererastkirinê pêk bîne, lê ev soz hîn nehatine bicîhanîn.

Stasyona Elok a li bajarê Serêkaniyê ku jêdera sereke ya avê ya şêniyên bajar û gundewarê Hesekê ye, ji sala 2019'an ve nehatiye xebitandin. Ev yek zehmetiyên bi hezaran şêniyên bajar û gundewarê Hesekê girantir kiriye.

 (k)