Konferansa Yekîtiya Neteweyî: Divê ji dîrokê ders bê girtin

Di Konferansa Kurdên Bakur Yekîtiya xwe ya Neteweyî Nîqaş Dikin de peyama yekîtî ji bo Kurdan êdî ne tercîhek lê pêwîstiyeke dîrokî ye derket pêş û banga derbasbûna ji nîqaşê ber bi pratîkê ve hate kirin.

Konferansa Yekîtiya Neteweyî: Divê ji dîrokê ders bê girtin
26 nîsan, 2026   12:00
NAVENDA NÛÇEYAN

Konferansa ji aliyê Înîsiyatîfa Yekîtiya Demokratîk ve li Eywana Alî Emîrî ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ya bakurê kurdistanê bi diruşmeya “Kurdên Bakur Yekîtiya Xwe ya Neteweyî Nîqaş Dikin” berdewam de Hevseroka Giştî ya DBPê Çîgdem Kiliçgun Uçar, Hevberdevkên Înîsiyatîfê Gulcan Kaçmaz Sayyîgît û Mehmet Kamaç, parlamenterên DEM Partiyê, nûnerên partiyên siyasî, rêveberên saziyên civaka sivîl û gelek delege beşdarî konferansê bûn.

Konferansê bi rêzgirtinê dest pê kir

Axaftina destpêkê ji aliyê Hevberdevka Înîsiyatîfê Gulcan Kaçmaz Sayyîgît ve hat kirin. Gulcan Sayyîgît bal kişand ser êşên di dîroka Kurdistanê de hatine jiyîn û diyar kir ku sedema sereke ya berdewamiya şer û van êşan, nebûna yekîtiyê ye. Sayyîgît axaftina xwe wiha domand: “Di dîroka Kurdistanê de gelek êş hatine kişandin. Sedem pir in, lê sedema ku herî zêde dilê me dêşîne ew e ku gelê Kurd hîn jî yekîtiya xwe ava nekiriye.”

Di berdewama axaftina xwe de Gulcan Kaçmaz Sayyîgît balkişand ser pêşketina ruhê neteweyî û wiha axivî: “Dema êrişên li ser Rojava pêk hatin, gelê Kurd derket qadan û bi yek dengî got ‘Yek e, yek e, gelê Kurd yek e’ û ruhê yekîtiyê da avakirin. Îro li ser herêmê û Îranê planên qirêj tên meşandin. Pêwîst e êdî guh bidin dengê gelan.”

Têkildarî xebatên yekîtiyê jî Gulcan Sayyîgît anî ziman ku heta niha ji bo yekîtiyê gelek xebat hatin kirin û ew xebat nexşerêya wan ne. Gulcan Sayyîgît wiha pêde çû: “Belê nîqaş girîng e, lê divê êdî ev gotin derbasî pratîkê bibin. Em wekî Înîsiyatîfa Yekîtiya Demokratîk dibêjin ev sedsal, sedsala yekîtiya gelê Kurd e. Berpirsyarî ne tenê ya gel e, gel li her derê berpirsyariya xwe bi cih tîne. Niha dora siyasetê ye ku gavên pratîk biavêje û em hemû berpirsyariyê bigirin ser milên xwe.”

Piştre Hevberdevkê Înîsiyatîfê û Parlamenterê DEM Partiyê yê Amedê Mehmet Kamaç derket ser dikê û li ser girîngiya neteweyî nirxandin kirin. Kamaç da zanîn ku pêşengên Kurd her tim girîngiya yekîtiyê anîne ziman û destnîşan kir ku divê ji dîrokê ders werin derxistin.

Li ser pêwistiya yekîtiyê Kamaç diyar kir ku ev êdî ne tercîhek lê mecbûriyetek e û ev nirxandin kirin: “Dema Şêx Seîd hat darvekirin gotin ‘ji paşvemayînê ye’, dema Seyîd Riza hat darvekirin dîsa li ser nasnameyeke biçûk pênase kirin. Ji ber vê yekê derdekî me heye û divê em demildest yekîtiya xwe ava bikin. Di vê serdemê de yekîtî ji bo Kurdan êdî ne tiştekî tercîhê ye. Ev dem derbas bûye, yekîtiya neteweyî ji bo gelê Kurd mecbûriyet e.”

Kamaç anî ziman ku gelê Kurd helwesta xwe ji bo yekîtiyê gelek zelal nîşan daye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Gelê Kurd ev helwest nîşan da û peywira me ya yekemîn avakirina yekîtiya gelê Kurd e. Divê em êdî nîqaşê derbas bikin û bi zelalî biaxivin da ku em yekîtiya xwe di pratîkê de ava bikin.”

Di berdewamiya konferansê de, rola Rêber Abdullah Ocalan a di avakirina neteweya demokratîk û yekîtiya Kurdan de hate bibîrxistin. Di vê çarçoveyê de, peyama Abdullah Ocalan a têkildarî mijarê ku tê de banga xurtkirina têkoşînê û pêkanîna yekîtiyê dikir, ji hêla endamê Înîsiyatîfa Yekîtiya Demokratîk Hîlmî Aydogdu ve ji beşdaran re hat xwendin. Konferans bi nîqaş û nirxandinên delegeyan dewam dike.