Li Şamê civîna 3ˊyan a "Tamasuk" hat organîzekirin

Hevpeymaniya Hemwelatîbûna Wekhev a Sûriyeyê "Tamasuk" civîna xwe ya giştî li Şamê li dar xist, rapora siyasî hat nîqaşkirin û biryarên der barê vîzyona siyasî û lîsteya hundirîn de hatin dayîn.

Li Şamê civîna 3ˊyan a "Tamasuk" hat organîzekirin
8 tîrmeh, 2026   21:11
NAVENDA NÛÇEYAN

Desteya Giştî ya Hevpeymaniya Hemwelatîbûna Wekhev a Sûriyeyê "Tamasuk" roja şemiyê (4 Tîrmeh 2026) li paytext Şamê, bi amadebûna endamên hevpeymaniyê û nûnerên hêzên ku dixwazin tev li bibin, civîna xwe ya 3ˊyan li dar xist.

Hevpeymaniyê di daxuyaniya xwe ya îro de bi bîr xist ku civîn bi tesbîtkirina amadebûyan û axaftina bixêrhatinê ya berpirsê Komîteya Siyasî ya Demkî dest pê kir. Dûre 2 endamên tev lê bûne xwe dan nasîn.

Amadebûyan reşnivîsa rapora siyasî ya ku komîteyê amade kiriye nîqaş kir. Piştre têbînî û pêşniyar hatin kirin û wê çend roj din were derxistin.

Di civînê de xebata komîteyên hundirîn ên hevpeymaniyê û nirxandina wê hat kirin. Dûre hin biryarên girêdayî vîzyona siyasî û lîsteya hundirîn a "Tamasuk" hatin pejirandin.

Tamasuk bloka siyasî ye di 22ˊyê Adara 2025ˊan de li Şamê hat ragihandin. Di bin sîwana wê de 35 blokên siyasî û kombûnên sivîl hene ji wan jî Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD).

(fr)