Hikumeta veguhêz 8`ê Adarê wek cejn qebûl nekir

Paşguhkirina roja 8`ê Adarê Roja Jinan a Navneteweyî di biryarnameya hikumeta veguhêz a Sûriyeyê de, ji aliyên çalakvan û rêxistinên jinan hat şermezarkirin.

Hikumeta veguhêz 8`ê Adarê wek cejn qebûl nekir
6 cotmeh, 2025   13:26
NAVENDA NÛÇEYAN

Duh, serokatiya hikumeta veguhêz a Sûriyeyê der barê rojên cejnên fermî de biryarnameyek derxist. Di biryarnameyê de çend cejnên neteweyî û olî hatin paşguhkirin ku 8`ê Adarê Roja Jinan a Navneteweyî jî yek ji wan e.

Biryarname û paşguhkirina 8`ê Adarê, ji hêla çalakvanên jin û rêxistinên jinan ve hat şermezarkirin. Jinan ev gav wek nîşaneyeke nû ya paşguhkirina pirsgirêkên jinan û dûrxistina wan ji jiyana giştî nirxand.

Rejîma berê ya Baasê jî ev roj ji sala 1963`yan ve betal kiribû û wek “roja şoreşê” ragihandibû ku di wê rojê de Partiya Baasê derbeya leşkerî kiribû û hatibû ser destilatê.

Li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji sala 2012`an vir ve ev roj tê pîrozkirin. Her sal ji bo pîrozkirina vê rojê gelek çalakî têne lidarxistin.

(k)