Li Rûsyayê coşa  8'ê Adarê

Jinên Kurd ên li Rûsyayê 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê bi coşeke mezin pîroz kirin.

Li Rûsyayê coşa  8'ê Adarê
11 adar, 2024   11:30
NAVENDA NÛÇEYAN 

Jinên kurd ên li Rûsyayê 8’ê Adarê roja jinên kadker ên Cîhanê pîrozkirin.

TAMBOV

Pîrozbahî li avahiya Mala Kurdan a li navçeya Tambovê ya Rûsyaya Federal hat lidarxistin.

Berpirsyara meclîsa jinan Senema Fêro axivi û silav ji Rêber Abdullah Ocalan, hemu jinên Kurdistanê, gerîla û girtiyên zindanan re şand û 8'ê Adarê pîroz kir û got:  “Azadiya Kurdistanê girêdayî azadiya Rêber Apo ye.”

Her wiha endama Tevgera TJKN’ê Fatma Arîn jî axivî û got: "8'ê Adarê li ser bingeha têkoşîna jinan hate bidestxistin, îro jinên Kurd xwedî li mîrateya vê rojê derdikevin û li gorî wetaya wê pîroz dikin."

pîrozbahî bi govend, mûzîk û dirûşmeyên "Jin, Jiyan, Azadî" û "Bijî Serok Apo" bi dawî bû.

ADÎGEY

Li Komara xweser a Adîgey a girêdayî Federasyona Rûsya jî ji bo pîroz kirina 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê gel li hev civiya.

Civîna ku ji aliyê Meclîsa Jinan ve li Avahiya Mala Kurdan a herêmê hatibû lidarxistin, bi deqeyek rêzgirtin destpê kir.

Li ser navê Meclîsa Jinan Broêva Sînem axîvî û behsa wateya rojê kir û cejna 8’ê Adarê pîroz kir. Piştî civinê gul li jinan hate belavkirin.