Endama PYD'ê Mala Silêman Emûka wefat kir

Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) ragihand ku endama wê Mala Silêman Emûka wefat kiriye.

Endama PYD'ê Mala Silêman Emûka wefat kir
23 gulan, 2026   12:16
NAVENDA NÛÇEYAN

Meclisa Giştî ya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) ji ber wefata endama partiyê Mala Silêman Emûka daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniyê de wiha hatiye gotin: "Meclisa Giştî ya Partiya Yekitiya Demokratîk ji ber wefata endama partiyê têkoşer Mala Silêman Emûka xemgîn e. Mala Silêman Emûka ku jiyana xwe ji bo xizmeta gelê xwe, dozên azadî û demokrasiyê veqetandibû, piştî têkoşîneke têr û tijî ya dayîn û xebata neteweyî wefat kir.

Mala ji jinên pêşeng bû ku ji destpêka Şoreşa Rojava ve roleke girîng list. Di pêvajoyên destpêkê yên damezirandina Rêveberiya Xweseriya Demokratîk de bi awayekî çalak xebitî. Bi têkoşîna xwe ya bênavber a ji di rêya azadiya jinan û beşdarbûna xwe ya çalak di qadên civakî û siyasî de dihat nasîn.

Em bi serfirazî têkoşînê û welatparêziya malbata wê bi bîr tînin. Malayê ku xwişka şehîdekê ye, heya rojên dawîn ên jiyana xwe nirxên fedakarî û îradeya azad hilgirtin.

Em sersaxiyê ji malbat û hevalên wê û ji gelê xwe re dixwazin. Bîranîna têkoşer Mala Silêman Emûka dê di wijdanê gelê me de û têkoşîna avakirina civakeke azad û demokratîk de zindî bimîne."

(bb)

ANHA