QSDˊê nasnameyên 7 şervanên li Dêrazor û Reqa şehîd bûbûn aşkera kirin

Navenda Ragihandina QSDˊê bi daxuyaniyekê nasnameyên 7 şervanên xwe ku di êrişên vê dawiyê de li Dêrazorê û Reqayê şehîd bûbûn aşkera kirin û soza pêkanîna armancên ji bo wan şehîd bûne da.

QSDˊê nasnameyên 7 şervanên li Dêrazor û Reqa şehîd bûbûn aşkera kirin
24 nîsan, 2026   11:52
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandina Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) bi daxuyaniyekê diyar kir ku 7 şervanên wê di êrişên vê dawiyê de li Dêrazor û Reqayê şehîd bûbûn aşkera kirin.

Berfirehiya daxuyaniyêa wiha ye:

"Bi serbilindî û rêzgirtineke mezin, hêzên me nasnameyên 7 şervanên xwe yên herî baş ên ji pêkhateyên Ereb û Kurd ku di rûbirûbûna bi wêrekî li hember êrişên xayîn ên ku ji aliyê komên Şamê ve li ser herêmên me hatibûn destpêkirin, şehîd bûn radigihînin.

Van şehîdan mînakek bilind a fedakarî û berxwedanê pêşkêş kir. Bi biryardariyek bê guman li dijî êrişan sekinîn û îdealên herî bilind ên parastina rûmet û hebûnê temsîl kirin. Helwesta wan a bê şik li qadên şer kelehek bêşikestî li dijî planên ku gelê me û destkeftiyên wan hedef digirtin pêk anî û bi xwîna xwe ya paqij, rûpelên geş ên rizgarî û serbilindiyê nivîsandin ku dê her û her di dilê hemû gelên herêma me de, zindî bimînin.

Şehîdbûna van hevalan ku bêdudilî erk û berpirsiyariyên xwe pêk anîn kûrahiya pabendbûna wan bi parastina gelê û xakê nîşan dide.

Em, QSDˊê, sersaxiyê ji malbatên şehîdên xwe re dixwazin û soz didin şehîdên xwe ku rêça wan bişopînin heta daxwazên gelê me yên azadî, rûmet û edaletê pêk tên. Wê fedakariya we ya paqij ronahiya rêya têkoşîn û navnîşana berxwedana me li dijî hemû astengiyan be.

Agahiyên têkildarî nasnameyên şehîdan de wiha ne:


Nasnav: Îbrahîm

Nav û paşnav: Hamid El Xilêf

Navê dayikê: Nucod

Navê bav: Ayid

Cihê jidayikbûnê: Dêrazor

Cih û dîroka şehadetê: Dêrazor-17ˊê Çileya 2026ˊan.

 

Nasnav: Seydo

Nav û paşnav: Hafiz El Xelef

Navê dayikê: Sebhe

Navê bav: Elî

Cihê jidayikbûnê: Hesekê

Cih û dîroka şehadetê: Dêrazor-17ˊê Çileya 2026ˊan.

 

Nasnav: Cewher

Nav û paşnav: Esed El Xilêf

Navê dayikê: Nûfe

Navê bav: Xelef

Cihê jidayikbûnê: Şedadê

Cih û dîroka şehadetê: Dêrazor-18ˊê Çileya 2026ˊan.

 

Nasnav: Bahoz

Nav û paşnav: Osman Ebê

Navê dayikê: Edîbe

Navê bav: Nûrî

Cihê jidayikbûnê: Amûdê

Cih û dîroka şehadetê: Reqa-21ˊê Çileya 2026ˊan.

 

Nasnav: Zûlfeqar

Nav û paşnav: Muhened Hekîm

Navê dayikê: Sebah

Navê bav: Fesîh

Cihê jidayikbûnê: Amûdê

Cih û dîroka şehadetê: Reqa-21ˊê Çileya 2026ˊan.

Nasnav: Îsam Qamilşo

Nav û paşnav: Munzur El Ezo

Navê dayikê: Sebîhe

Navê bav: Salih

Cihê jidayikbûnê: Qamişlo

Cih û dîroka şehadetê: Reqa-21ˊê Çileya 2026ˊan.

 

Nasnav: Esmer

Nav û paşnav: Nîzar El Muhşem

Navê dayikê: Seide

Navê bav: Hamid

Cihê jidayikbûnê: Hesekê

Cih û dîroka şehadetê: Reqa-21ˊê Çileya 2026ˊan."

(fr)