Li Rojhilatê Kurdistanê di mehekê de 3 jin hatin qetilkirin

Hate ragihandin ku di meha borî de sê jin li Rojhilatê Kurdistanê hatin qetilkirin û welatiyek jî ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve hate kuştin.

Li Rojhilatê Kurdistanê di mehekê de 3 jin hatin qetilkirin
1 sibat, 2025   15:05
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Tora Mafên Mirovan belavkirî, di meha destpêkê ya salê de 3 jin li bajarên Kirmanşan, Sine û Îlam yên Rojhilatê Kurdistanê hatin qetilkirin.

Hate diyarkirin ku du jin ji aliyê hevjînên xwe ve bi çekê hatin qetilkirin û jinek jî ji ber redkirina zewacê ji aliyê mêrekê ve hate şewitandin û di encama birînên giran de jiyana xwe ji dest da.

Li gorî heman agahiyan, di êvara 5’ê Çileyê de welatiyek Kurd ê bi navê Mihemed Ezîzî (35) ê xelkê Qesrî Şîrîn a Kirmanşan ya Rojhilatê Kurdistanê, li terînalek a li Perwêzxan di gulebarana hêzên rejîma Îranê de jiyana xwe ji dest da.

Hêjayî gotinêye ku li gorî bîlançoya Tora Mafên Mirovan a Kurdistanê, sala borî 19 jinên Kurd li Rojhilatê Kurdistanê hatine qetilkirin û 11 welatî jî ji aliyê hêzên çekdar ên rejîma Îranê û Tirkiyeyê ve hatin kuştin.