Dayika 2 şehîdan Siltana Hisên wefat kir

Siltana Hisên a dayika 2 şehîdên ARGK`ê, di 80 saliya xwe de wefat kir. Dayika Siltana bi salan bi zarokên xwe re di nava Tevgera Rizgariya Kurdistanê xebat meşandiye.

Dayika 2 şehîdan Siltana Hisên wefat kir
27 ÇILE, 2025   10:12
QAMIŞLO

Siltana Mihemed Hisên (80) ku bi navê `Ca Mihemed` tê naskirin, duh (26`ê Çileyê) di encama krîza dil de wefat kir. Siltana Hisên dayika 2 şehîdên Artêşa Rizgariya Gelê Kurdistanê (ARGK) ye.

Dayika Siltana di salên 1980`yî de bi rêya kurê xwe Mihemed Hesen, Tevgera Rizgariya Kurdistanê nas kiriye, wê û kurê xwe bi salan di nava tevgerê de xebat daye meşandin.

Dayika Siltana sala 1990’î li Lubnanê û 1991`an li Şamê bi Rêber Abdullah Ocalan re hevdîtin kirine.

9 keç û xortên dayika Siltana hene, kurê wê Kerîm Xan (Mihemed Heyder Hesen) sala 1989`an tev li Tevgera Rizgariya Kurdistanê bû, sala 1995`an li çiyayê Kurdistanê şehîd bû. Kurekî wê yê din jî Hesinkar (Kawa Heyder Hesen) sala 1992’yan tev li Tevgera Rizgariya Kurdistanê bû, sala 1997`an di encama êrişên hêzên PDK`ê de li çiyayê Kurdistanê şehîd bû.

Siltana Mihemed Hisên sala 1946`an li gundê Mêrîka Sîno yê bajarê Amûdê ji dayik bûye. Duh di encama krîza dil de li nexweşxaneyeke Qamişloyê wefat kir.

Dê cenazeyê dayika Silatana li goristana Hilêliyê (Beşîr Arif) a li bajarê Qamişlo bê veşartin.

(sb)

ANHA