Li rojhilatê Dêrazorê endamekî Rêveberiya Ewlekariya Dezgehan hat kuştin

Li gundewarê rojhilatê Dêrazorê, endamekî Rêveberiya Ewlekariya Dezgehan ji aliyê êrişkarên nenas ve hat kuştin.

Li rojhilatê Dêrazorê endamekî Rêveberiya Ewlekariya Dezgehan hat kuştin
27 cotmeh, 2026   11:09
NAVENDA NÛÇEYAN

Li bajarokê El Delha yê li gundewarê rojhilatê Dêrazorê Endamê Rêveberiya Ewlekariya Dezgehan ê bi navê Husên Hemdî El Şahir, piştî ku ji aliyê çekdarên nenas ve li ser motorsîkletê hat gulebarankirin, hat kuştin.

Li gorî çavkaniyek ji Wezareta Karên Hundir, El Şahir, ku ji gundê El Kessar ê navçeya El Besîra bû, ji ber birînên xwe mir.

(k)

ANHA