Di êrişa Urdunê ya ser Sûriyeyê de herî kêm 7 kes mirin

Artêşa Urdunê ragihand ku piştî êrişa li ser dêreke li welêt û mirina 9 kesan, wan êrişên hewayî birine ser başûrê Sûriyeyê. Hate ragihandin ku di encama êrişê de herî kêm 7 kes mirin.

Di êrişa Urdunê ya ser Sûriyeyê de herî kêm 7 kes mirin
27 cotmeh, 2026   11:15
NAVENDA NÛÇEYAN

Artêşa Urdunê diyar kir ku 26'ê Cotmehê roja Duşemê hin nuqteyên li başûrê Sûriyeyê, bi hinceta ku hedefên 'terorîst' in hatin bombekirin. Rayedarên Urdunî diyar kirin ku di êirşê de gelek endamên rêxistina ku pêwendiya xwe bi kiryarên êrişa li ser dêrê hebû, hatin kuştin an jî birîndarkirin.

Rayedarên Sûriyeyê jî ragihandin ku li wîlayeta Derayê di êrişê de 3 jê zarok, yek jê jin bi giştî 6 kes hatin kuştin, li wîlayeta Siwêdayê jî di êrişeke cuda e kesekî jiyana xwe ji dest da. Hikumeta Sûriyeyê diyar kir ku beriya operasyona leşkerî bi wan re ti koordînasyon nehate danîn.