Amadekirina destûra nû ya Sûriyeyê rojeva rojnameyên erebî ye

Şîrovekarên siyasî behsa girîngiya amadekirina destûreke Sûriyeyê ya berfereh ji bo hemû sûriyeyiyan dikin.

Amadekirina destûra nû ya Sûriyeyê rojeva rojnameyên erebî ye
30 kanûn, 2024   11:08
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên erebî yên îro, der barê girîngiya amadekirina destûra nû ya Sûriyeyê, rewşa siyasî ya Lubnanê piştî mehekê ji agirbesta di navbera Hizbullah û Îsraîlê de û hêviyên pêkanîna aştiyê li Rojhilata Navîn di sala 2025an de, nivîsîn.

‘ASTENGIYÊN LI SÛRIYEYÊ… HINEK SEBIR DI DEMEKE NEDIYAR DE’

Rojnameya El Ereb bal kişand ser girîngiya amadekirina destûra nû ya Sûriyeyê û wiha nivîsand: “Li Sûriyeyê rewşeke wiha serdest e ku mirov dikare bêje rewşa bêbaweriyê ye, tevî nîşaneyên şahiyê û daketina qadan û pîrozkirina rûxandina Esed.

Ji ber ku Sûriye îro ne tenê bi kêşeyên guhertinê re rû bi rû ye, lê hin aliyên navxweyî û yên derve li bendê ne ku li Sûriyeyê bêaramî çêbe da ku berjewendiyên xwe bi cih bînin. Lewma divê destûreke bingehîn a Sûriyeyê ku hemû pêkhateyên Sûriyeyê di nava xwe de dihewîne, were amadekirin. Tişta girîng veguhastineke siyasî ye ku bandorên rûxandina Esed kêm bike, û avakirina Sûriyeyeke ku sûriyeyî dixwazin û li gorî daxwazên wan be, ne Sûriyeyeke li gorî welatên herêmî yan navneteweyî be.”

‘LUBNAN... PAŞGUHKIRINA TRAJEDIYÊ Û LÎSTIKA SIYASÎ

Rojnameya El Şerq El Ewsat amaje bi agirbesta di navbera Hizbullah û Îsraîlê de kir ku mehek di ser re derbas bû. Rojnameyê diyar kir ku agirbest bi navbeynkariya Nebîh Berî pêk hat, hikumetê jî ew agirbest qebûl kir û dewlet bû pabendê wê.

Rojnameyê destnîşan kir ku hikumeta demkî hîn jî bi cîbicîkirina rêkeftinê mijûl e. Bi awayekî zelal û aşkera artêşa Lubnanê wek hêza çekdar a tekane ji bo ewlehiya başûr erkdar nake, her wiha dest bi komkirina çekên nerewa, bi taybet çekên Hizbullahê nake.

‘DAWIYA ŞERAN Û DESTPÊKA AŞTIYÊ: BERPIRSYARIYEKE AMERÎKAYÊ YE

Rojnama El Ittîhad a Îmaratê bal kişand ser hêviyên sala 2025’an ên ji bo bidestxistina aştiyê li Rojhilata Navîn.

Rojnameyê wiha nivîsî: “Piştî ku bi salan hate gotin ku serdema Amerîkayê bi dawî bû, lê careke din li Rojhilata Navîn derkete pêş. Amerîkayê karîbû hin hêzên herêmî vegerîne sînorên wan ên berê, ew mîmarê guherînê ye li Sûriyeyê û dê bibe diyarkerê veşartî yê siberoja wê jî, ew semyanê vegerandina jiyana normal a li Lubnanê ye, ew egerê rabûna dewletê û tunekirina milîsên li Iraqê ye û ew dikare bibe alîkar ku rewşa Yemenê bi dawî bibe. Ya herî girîng jî, ew dikare -eger xwestek hebe- aştiyeke rastîn di navbera Îsraîl û filistîniyan de pêk bîne.”

(k)